Hiqûqnas Mehmûd Nebîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê sûcekî li dijî mirovahiyê pêk tîne.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Minbicê Mehmûd Nebîl anî ziman ku ji ber qutkirina ava Firatê divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin û got:
“Di aliyê qanûnî de, divê Sûriye û Iraqê giliyên xwe bişînin ji NY re da ku dewleta Tirk neçar bike li gorî lihevkirinan tev bigere ji bo para gelê Sûriye û Iraqê ji ava çemê Firatê, berde..”