Koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî ji tînan dimirin

Koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî dimînin, ji ber qutkirina avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, gelek zehmetiyan dibînin. Koçber dibêjin ew ji ber qutkirina avê heta pir tî dibin, nû qedehek ava vediwexin. Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî bang li civaka navnetewî kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku avê di şerên xwe de bi kar neyîne. 

Eger em tî bibin, em qedeheke avê heta 2 saetan didin aliyekê, bes em pir tî dibin nû em wê avê vedixwin.

Koçberkirina wan têra wî nekir, dagirkeriya Tirkiyê av jî ji ser wan qut kiriye.

Ew rewşa 14 hezar û 572 koçberên Serê Kaniyê yên di kampa Waşokanî de vedibêje.

Azarên koçberên Kampê bi qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, di Remezanê de zêde dibin.

Koçber ji ber kêmbûna avê zehmetiyan di ava şûştin û vexawarinê de dibînin.

Bi qutkirina avê, armanca dike vî gelî bikuje.

mirove nikare bê ava bijî, em nikarin xwe bişoin û veşon.

Av yek car tune….

Em avê dixwazin.

Rewşa koçberan ji hev ne cûda ye…

Koçber dibêjin digel havîna gerim û belavbûna nexweşiyan, qutkirina avê asta azarên wan dehqat kiriye.

Qutkirina avê der heqê mirovahî û sewalvaniyê de zulm e.

Em bang li hemû dewletan dikin ku li kêleka me bisekinin..

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelan, em ji malên xwe koç bûne.

Ev 13 car in ku dagirkeriya Tirk avê ji ser kantona Hesekê û navçeyên wê û kampên di nav de, dibire.

Li ser mijarê, hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela El-Dîn Elî qutkirina avê wek êrîşeke din ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi nav kir û diyar kir ku Tirkiyaya dagirker armanc dike ku civak û gelên herêmê yên hevgirtî qir bike.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin.

Da wê neçar bikin ku pabendî qanûnên navneteweyî bibe û avê di şerên xwe de bi kar neyîne.

Back to top button