Mezlûm Ebdî bi hêzên leşkerî yên herêma Firatê re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi endamên fermandariya leşkerî ya herêma Firatê re civiya.

Mezlûm Ebdî bi armanca geşkirina xebatê û amadekariya hêzên leşkerî li herêmê, ev civîn pêk anî.

Di civînê de, rewşa siyasî, leşkerî û herêmî bi awayekî giştî hat nîqaşkirin.

Ebdî pabendiya hêzên xwe bi parastina şêniyên herêmê û misogeriya ewlehî, her wiha peydekirina zemîneke guncaw bo bipêşxistina herêmê di aliyê xizmetguzarî û civakî de, anî ziman.

5’ê mehê jî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê serdana rayedarên rêveberiyên sivîl ên bajarê Tebqayê kiribû.

Back to top button