DAIŞ’iyan 2 sivîl li Enbarê kuştin

Li parêzgeha Enbarê, li ser destê çeteyên DAIŞ’ê 2 sivîl hatin kuştin û yek jî hat revandin. 

Qayîmeqamê navçeya El-Ritbeye ya Enbarê Imad El-Dilîmî ragihand ku duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî navçeyê kir û di encamê de, 2 sivîl kuştin.

Imad El-Dilîmî her wiha diyar kir ku beriya çend rojan û li heman deverê DAIŞ’iyan êrîşeke din pêk anîbû û tê de sivîlek ku heta niha çarenûsa wî ne diyar e, revandine.

Li Kerbelayê çalakvan Îhab Eel-Wweznî hat kuştin

Li aliyekî din, çalakvan û endamê koordînasyona xwepêşandanan a Kerbelayî Îhab El-Weznî,  li ser destê hin çekdaran, li ber mala xwe hat kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê jî ragihand ku wan der barê bûyerê de dest bi lêpirsîn û lêkolînê kirine.

Back to top button