Aloziya navbera hikumeta Efxanistan û tevgera Talîbanê de welat aniye ber durêyanê.
Rojane li welat teqîn û êrîş pêk tên.
Herî dawî di teqîna li paytext Kabûlê de, 55 kes mirin û 150 jî birîndar bûn.
Hikumeta Efxanistan Talîban û Talîban jî hikumetê ji êrîşê tewanbar dike.
Li Efxanistanê metirsiya aloziya heyî ji her demê zêdetire.
Li aliyekê hêzên biyanî yên DYA û NATO ji welat vedikişin, li aliyê din jî roj bê êrîş û kuştin derbas nabe.
Careke din paytexta Efxanistan Kabûl bi teqînan hejiya.
6 sanî dimenê cihê teqqînê biherikêne.
Doh li taxa ku piraniya şêniyên wê Hazarayên Şîa ne, li dibistanekê bi wesayita bombebarkirî êrişek pêk hat.
Piştî teqîna destpêkê, xwendekar bi panîkê reviyan û di vê kêliyê de du bombeyên din hatin teqandin.
5 sanî dimenê pêlav û lênûsên xwendevanan yên xwîn rijiyayîn li ser bidin
Di encama teqînê de, 55 kes mirin û 150 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyên êrişê, xwendekar bûn.
Birîndar jî rakirin nexweşxaneyên bajar.
5 sanî dimenê dema birîndar li nexweşxaneyê de bide
Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.
Ganî: Talîban ji êrîşê berpirsyar e
Lê careke din Serokomar Eşref Ganî tiliya tewambariyê dirêjî Talîbanê kir.
Talîban: Ti têkiliya me bi êrîşê re nîne
Talîbanê jî sûcdarî red kir û diyar kir ku ti têkiliya wan bi êrişê re nîne.
Piştî Amerîka û NATO 1’ê Gulanê dest bi vekişîna hêzên xwe yên li welat kir, çekdarên Talîbanê jî gelek dever û herêmên stratejîk kontrol kiribûn.
Bi gotina serokê DYA Joe Biden ya di Nîsanê de, êdî vekişîna hêzên Amerîka ya li welat hatibû piştrast kirin.