Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro li Konseya Ewlehiyê ya NY derbarê pêvajoya aştiyê de axivî.
Petro ezmûna FARC-ê ya Kolombiyayê bibîr xist û got:
Diyalog di navbera Tirkiye û PKK’ê de ne vebijêrk e, ew vebijêrka tekane ye.
Her weke anî ziman ku ew amandene li ser mijarê ezmûna xwe bi aliyên Kurd û Tirkiyê re parve bikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat nîqaşkirin.
Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro têkildarî pêvajoyê nirxandin kir.
Piştî rûniştina bi sernavê “Pêşxistina Çareseriyên Siyasî li Rojhilata Navîn: Navbeynkarî û Diyalog ji bo Aştiya Mayînde” hate lidarxistin, Petro girîngiya diyalogê di navbera Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurdistanê de destnîşan kir.
Petro pêvajoya danûstandinê ya bi FARC-ê ku piştî dehsalan ji şerên navxweyî li welat bi bîr xist û diyar kir ku diyalog ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd neçariyek e.
Wî daxuyakirin ku dîroka têkoşîna çekdarî ya Kurdan ji ya tevgera FARC-ê ku 2016’an bi peymana aştiyê li Kolombiyayê çekên xwe danîn kevintire.
Petro ezmûna Farc wek mînak da: Diyalog ne tenê vebijêrkek e, ew tekane rê ye
Wî diyar kir ku pirsgirêka li Tirkiyeyê pirsgirêkek demdirêj, tevlihev û piralî ye, û ji ber vê yekê, çareseriyek mayînde tenê bi rêya diyaloga siyasî pêkane.
Petro: Rola kurdan di şerê li dijî Daiş’ê de ji aliyê cîhanê ve tê zanîn
Her weke destnîşan kir ku Kurd li Iraq, Sûriye û Îranê jî hene, û got;
Rola Kurdan, nemaze di şerê li dijî DAIŞ’ê de, ji hêla civaka navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin.
Petro: Em amade ne ezmûnên xwe bi Tirkiye û aliyê Kurd re parve bikin
Wî teqez kir ku Kolombiyayê di pêvajoyên aştiyê de xwedî ezmûnek girîng e, û diyar kir ku welatê wî amade ye ezmûna xwe yên li ser mijarê bi aliyan re parve bike.
Daxuyaniyên Petro careke din eşkere kirin ku pêvajoya dewam a li Tirkiyê û lêgerîna çareseriyên herêmî di asta navneteweyî de bi baldarî têne şopandin.



