Li kampa Holê 2 penaberên Îraqî hatin kuştin

Tevî “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” careke din bûyerên kuştinê li kampa Holê rû dan û herî dawî 2 penaberên din ên Îraqî bûn armanc. 

Penabera Îraqî Menal Xelîl Ibrehîm a 26 salî şevê din ji aliyê kesine ne nas ve, bi guleya dimançeyê di serî de hate kuştin.

Şeva 7’ê vê mehê jî penaberê Îraqî Xelef Mislih Hemad ê 20 salî bi heman awayî hate kuştin.

Herdu bûyerên kuştinê li beşê yekem ê kampê ku penaberên Îraqî tê de bi cih bûne, rû dan.

Back to top button