Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin coşa wan zêdetir dibe

Meşvanên Azadiyê her ku nêzî fînalê ango Amarayê dibin coş û kelecana wan jî zêdetir dibe
Meşvanên bi daxwaza “azadî û çareseriyê” meşa xwe domandin peyama “Dem dema azadiyê ye” dan.
Her hiwa hate gotin, ev meş, meşa gelê kurd a diyarkirina çarenûsa xwe ye.

Meşvanên Azadiyê her ku nêzî Amarayê dibin coşa wan jî hin bilindirt dibe

Meşa Mezin a Azadiyê ya ji du baskan ve 1’ê sibatê dest pê kir di roja 12. de ye.

Meşvanên Azadiyê yê baskê Wanê li Şemrexê bûn: Dem dema azadiyê ye

Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin, meşa xwe îro li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê domandin.

Welatiyên bi qûrnefîlan meşvan silavkirin.

Beriya meşa ber bi qada bajar ve demekî dirêj govend gerandin.

Ji detayên cuda 10 sanî beta biherikîne

“Ev meş, meşa gelê Kurd a diyarkirina çarenûsa xwe ye”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca piştî meşê axivî û got:

Ev meş, meşa gelê kurd a diyarkirina çarenûsa xwe ye.

Her wiha Perîhan çalakiyên grêva birçîbûnê yên girtiyên siyasî û Nobetên Edalatê jî silav kir û banga xurtkirina piştgiriyê kir.

Meşvan ji Şemrexê derbasî navçeya Xana Axpar a Amedê bûn

Piştre meşvan ber bi rawestgeha xwe ya din ango navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ve bi rê ketin.

Rêwiyên azadiyê ên gihiştin navçeyê, li wir jî bi dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin,

Ji detayên cuda 15 sanî beta biherikîne

Paşê girse û meşvan heta rêxistina DEM Partiyê ya Navçeyê meşiya.

Meşvanên Qersê li Êlihê meşa xwe dewam kirin

Ji baskê Meşê Qers jî li Êlihê bi pankarta “Roj bilind dibe, Kurdistan azad dibe” hate pêşwazîkirin.

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 75 pivildankên spî hatin berdan”

Di kêliyên bi coş ên pêşwazîkirinê de her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 75 pivildankên spî hatin berdan.

‘Serkeftin a Kurdistaniyên berxwedêr e’

Girse, piştre jî bi konveyekê derbasî navenda bajar bû.

Li navenda bajar siyasetmedaran xitabî girseyê kirin û peyama ‘Serkeftin a Kurdistaniyên Berxwedere dan.

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 11 roj li pêy xwe hişt

Back to top button