HRE: 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî leşkerên çeteyên dewleta Tirk a qirker rêzeçalakî pêk anîn.
Di encamê de, 3 çete hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariyê dimenê van çalakiyan jî bi raya giştî re parve kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE nahêle çeteyên dewleta Tirk a dagirker, henasê bigre.

Bi çalakiyên xwe hêzên rizgariyê, ji bo çeteyan weke kabosekê lê hatin e.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên dawî daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’yê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên wan di navbera 9 û 11’ê Sibatê de 3 çalakiyên bersivdayînê li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê di 9 û 10’ê Sibatê de li bajarokê Ezazê yê dagirkirî 2 çalakiyên sekvanî hatine lidarxistin.

Di encamê de 2 hatine kuştin.

11’ê Sibatê jî li xeta Meryemînê çalakiyeke taybet hatiye lidaristin.

Di wê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûne.

Her wiha erebeyeke doçkabarkirî hatiye bêkêrkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariyê yên dawiya meha Çile li Şera, Şêrewa û Ezazê pêk anîn de, 27 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 33 jî birîndar bûn.

Back to top button