Girtiyên siyasî: Em ê berxwedana xwe derbasî qonaxeke nû bikin

Girtiyên siyasî ên di grêva birçîbûnê de ji zindanan peyamek nû şandin û gotin:
“Eger tecrîd heta piştî hilbijartinê bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.”
Bi vê peyamê girtiyên siyasî bang li tevahiya sazî û derdorên demokratîk kirin ku bi berpirsyartî tevbigerin.

Girtiyên siyasî yên ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ji raya giştî re peyamek weşand.

Di peyama ku bi navê Denîz Kaya de hate şandin de Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bal kişandin li ser tecrîdê.

Girtiyan biryardariya xwe a ji bo şikandina tecrîdê dûbare kirin û gotin:

“Weke zêdetirî 10 hezar girtiyên PKK û PAJK di girtîgehan de, em careke din dibêjin heta mirinê bi nirxên şehîd, gel û Rêbertiya me afirandin re ne. Her çend em di girtîgehan de bin jî em hewl didin di pêvajoyeke wiha de erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”

Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî eşkere kirin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin û wiha hate gotin:

Me ragihandibû wê çalakiya xwe 15’ê Sibatê derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Eger tecrîda li ser Rêber Apo heta piştî hilbijartinê jî bidome, emê çalakiya xwe derbasî qonaxeke din bikin û heta encamekî jê digirin jî wê bidomînin.”

Girtiyên siyasî: Roj roja wê ye ku em li dora Rêber Apo bibin xelek

Dawiyê girtiyan anîn ziman ji bo ku daxwazên wan bên qebûlkirin, divê tevahiya sazî û derdorên demokratîk bi berpirsyartî tevbigerin û ev bang kirin:

“Roj roja wê ye em li dora Rêber Apo bibin xelek. Roj roja wê ya ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê me azad bibe. Roj roja şikandina tecrîda li Îmraliyê, parçekirina siyaseta qirkirina kurdan û afirandina bihara azadiyê ya gelan e.”

Girtiyên siyasî ji bo Nobetên Edaletê name şandin

Back to top button