Li herêmê êrişa li dijî Federasyona Gaziyan hate şermezarkirin

Li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa li ser avahiya Federasyona Gaziyan ya li Qamişlo bertek zêde dibin.
Li gelek deverên herêmê bi çalakiyên cûda êriş hate şermzarkirin.
Di çalakiyan de, peyama berxwdan û tekoşînê li dijî êrişan hate dayîn.

Duh dewleta Tirk a dagirker êrişî navenda Federasyona Gaziyan ya li Qamişlo kir.

Li dijî vê, gelê herêmê hêris û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

ji bo şermzarkirina êrişê, Şêniyên Qamişlo li dijî êrişê daketin qadan.

Meş li ber avahiya Federasyona Gaziyan ya ku vegerherî mêtingê.

Li wir endama Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl axivî û got:

“Gazî li hemberî DAIŞ`ê ya ku hatibû Rojava wêran bike, qehremanî kir û parçeyên bedena xwe dan.

Ev hedefgirtina ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê wateya rêgirtina li ber têkoşîna wan.

Ev êriş wê nikaribin îradeya me bişkînin.”

Meclisên malbatên şehîdan û Kongra Star ên kantonên Cizîrê û Minbicê bi daxuyaniyan diyar kir ku di serî de Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker in.

Di daxuyaniyan de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li hemberî van êrişan hatin şeremzarkirin.

Hate diyarkirin ku hêzên navneteweyî ji ber bêdengiya xwe berpirsên êrişên dewleta Tirk in.

Di dawiyê de, heta misogerkirina ewlehiya herêmê peyama xurtkirina têkoşînê hate danîn.

Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê êrîşa li dijî avahiya Gaziyên Şer şermezar kir

Back to top button