LI AMEDÊ 35 ROJ IN NOBETA DEMOKRASIYÊ LI DAR E

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî erkdarkirina qeyûman ên bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 35’an de berdewam dike.
Li Amed û Wanê weke her roj, gel daketin qadan û li dijî qeyûman bertek nîşan dan.

 

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman ên bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 35’an de berdewam dike.

Li Amedê dîsa girseya gel bi tevlîbûna parlamenter, rêveber û endamên meclisa Şaredariyê yên HDP’î û nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl; li Kolana Lîse ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul, diyar kir ku hikûmet her tiştî aloz dike û dixwaze her tiştî tarî bibe.

35 ROJ IN LI WANÊ NOBETA DEMOKRASIYÊ DIDOME
Li Wanê jî çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 35’an de ye.

Parlamenter, rêveber, hevşaredarên HDP’î, aktîvistên TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk tevli çalakiyê bûn.

Çalakî li pêş avahiya HDP’ê ya navçeya Riya Armuşê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta “Ne îradeya qeyûman, vîna gel” vekirin.

Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul di çalakiyê de diyar kir ku sedema qirkirina jinê, aloziya aborî, civakî, neçareserkirina pirsgirîka kurd e.

Kemal Bulbul bang li hikûmetê kir ku dev ji erkdarkirina qeyûman berdin.

Girseyê piştî axaftinan çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi siloganên”Bijî berxwedana Wanê” belav bûn.

Her wiha li Mêrdînê jî Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê, li dijî erkdarkirina qeyûman û qirkirina jinan li navçeyan û navenda bajêr li ser dîwaran nivîs nivîsandin.

Leave a Reply

Back to top button