“Dewleta Tirk avê wekî çekekî bikar tîne”

Rêxistina Human Rights Watch dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê bi dijwarkirina pandemiya Kolêrayê li heêrmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar kir û got: ”Tirkiye divê yekser dev ji alozkirina krîza avê ya li Sûriyê berde.”

Rêxistina Human Rights Watch HRW dewleta Tirk a dagirker tawanbar kir ku çavkaniyên avê li Bakur û Rojhilatê Sûrî asteng dike.

Li ser bandora qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê Tirkiyê ve HRW ev yek anî ziman:

“Gelê herêmê azara kêmbûna avê dikişîne. Dewleta Tirk derbasbûna avê bo Sûriyê asteng dike..

Ev yek dihêle pandemiya Kolêrayê dijwart bibe.

Avê wekî çekekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.”

Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn a HRW Adam Coogle jî dibêje:

Adem Coogle: Divê Tirkiyê avê berde

“Belvbûna Kolêra ya wêranker, dê nebe nexweşiya herî dawî ku bi rêya avê belav dibe bandorê li Sûriyan dike..

Eger pirsgirêkên dijwar ên avê ya welat neyê çareserkirin, Tirkiye divê yekser dev ji alozkirina krîza avê ya li Sûriyê berde.”

Karmendekî alîkariyê ji rêxistinê re got:

“Hin malbatên ku bi temamî nexweş in li cem me hene, dezgehên tenduristiyê gelek qerebalix in, mirov li erdê radizên.”

HRW`yê tekez dike ku divê hemû aliyên şer mafên ava paqij û tenduristiyê ji her kesê li Sûriyê re misoger bikin.

HRW: HIKÛMETA ŞAMÊ RÊ NADE KU ALÎKARÎ DERBAS BIBIN

Rêxistinê her wiha hikumeta Şamê tawanbar kir ku gihandina alîkariyan ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re asteng dike û got: ”Ev rengekî cudakirinê ye.”

 

Back to top button