Hêzên PDK li Sêmalka êrişî ciwanan kir û 15 birîndar kirin

Bi slogana “Werin Cenga Azadiyê” 3 rojan ciwanên herêmê meşiyan. Meşa wan a dirêj ji Qamişlo heta Sêmalka bû. Piştî gihaştina ciwanan, hêzên PDK ew gulebaran kirin û 15 birîndar kirin. 

Meşa ciwanan ji bo azadkirina Rêber Apo, piştgiriya berxwedana gerîla û çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka bû.

13’ê mehê ji Qamişlo ciwan bi rê ketin û duh 15’ê mehê jî gihaştin dergehê Sêmalka.

Li wir ciwan tev li çalakiya malbatên şehîdan ku 73 roj in dewam dike, bûn.

Di bin konê çalakiyê de, ciwanan daxuyaniyek da.

Paşê ji bo bêdengiya PDK’ê ya li hember bangên dayikan şermezar bikin, berê xwe dan aliyê Başûrê Kurdistanê.

Li wir li ser pirê, hêzên PDK’ê bi kevir, gule û bombeyên gazê êrişî ciwanan kir.

Di encama vê êrişê de 15 ciwan birîndar bûn.

Ji wan du rewşa wan giran bû û rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

Back to top button