Bi boneya cejna Êzî anku cejna Xweda, Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê daxuyaniyak da û ev cejn li civaka Êzdî pîroz kir. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi daxuyaniyekê hêvî kir ku ev cejin bibe wesîleya hevgirtin û yekkirina helwestan li hember xeta xiyanetê û dagirkeriyê.
Sibe cejna Êzî ye.
Êzdî her sal piştî rojiya sê rojan (sêşem, çarşem û pêncşem) ji hefteya yekemîn a meha Kanûnê vê cejnê pîroz dikin.
Bi vê boneyê Koordînasyona Civaka Êzîdî (KCÊ) ya li Ewropayê daxuyaniyek da û cejn li civaka Êzdî pîroz kir.
Koordînasyonê anî ziman ku ji ber êrîşên dagirkeran civak nikarin cejnên xwe li gora wateyên wan pîroz bikin û got:
Dijminên civaka Êzdî, di rojên me yên pîroz de, êrişan li hemberî me pêk tînin.
Axa me bombe dikin, pêşeng û rêveberên me dikujin, nahêlin em cejnên xwe di nava aştiyê de pîroz bikin.
Lê em dibêjin pîrozbahiya herî bi wate xwedîderketina li berxwedana dîrokî ya Şengalê û bicihanîna armancên cangoriyan e.
Koordînasyona Civaka Êzîdî dawiyê bang li civaka Êzdî kir ku plan û projeyên dijmin pûç bikin.
TEV-DEM: Divê Êzidiyên li Şengalê ji siyasetên qirkirinê werin parastin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi heman armancê daxuyaniyek da û cejna Êzî li Êzdiyan pîroz kir û got:
Êzidî vê cejnê bi êş û kedereke mezin pêşwazî dikin.
Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî Êzidiyan dikin û komkujiyan li dijî wan pêk tînin.
Bêdengî û hevkariya hikumetên Bexda û Hewlêrê li hember van sûcan, şerm e.
Divê erkên xwe pêk bînin û êzidiyên li Şengalê ji siyasetên qirkirin û fermanan biparêzin.
TEV-DEM’ê hêvî kir ku ev cejin bibe wesîleya hevgirtin û yekkirina helwestan li hember xeta xiyanetê û dagirkeriyê.
Dawiyê, TEV-DEM’ê bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Êzdiyan rawestînin.