Asayîş: Endamê me Mehmûd Derwîş di êrişê de şehîd bû

Doh artêşa Tirk a qirker bi balafirên bêmirov ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê kir.
Asayîşê ragihand ku di êrişê de, endamekî wan şehîd û 3 jî birîndar bûne.
Asayîşê bi daxuyaniyekê nasanmeya endamê xwe eşekre kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Asayîşê diyarkir ku di encamê de endamekî me şehîd û 3 jî birîndar bûne.

Birîndar niha li nexweşxanê têne dermankirin.

Asayîşê bi daxuyaniyekê nasanmeya endamê xwe eşekre kir û ev agahî parve kirin:

“Endamê me Mehmûd Derwîş duh di encama hedefgirtina balafirek bêmirov a artêşa Tirk de şehîd bû.

Şehîd Mehmûd ji dema tevlî nava hêzên me bû, ji bo parastina û ewlekariya civaka xwe bi erka xwe rabû.

Asayîş: Şehîd Mehmûd bi fedakariyek mezin erkên xwe pêk anî

Şehîd Mehmûd bi îrade û biryardariyeke xurt beşdarî hemû hemle û operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê bû.

Erkên xwe bi durustî û dilsozî pêk dianî û endamekî bi xîret û çalak bû.”

Asayîşê herî dawî ragihand ku armanckirina ji hêzên wan, derxistina alozî û tevlîheviyan li herêmê ye.

Her wiha diyarkir ku artêşa Tirk bi van êrişan wê nekare rê li pêşiya xebatên wan yên ji bo ewlehiya herêmê dikin, bigre.

Li gor daxwiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mehmûd Derwîş
Navê Bav: Nûrî
Navê Dayikê: Firyal
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo 19.05.2021
Cih û Dîroka Şehadetê: Rêya Navneteweyî 24.1.2024

Back to top button