Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êriş: Endamekî Asayîşê şehîd bû

Artêşa Tirk a qirker bi balafirên bêmirov ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê kir.
Asayîşê ragihand ku di êrişê de, endamekî wan şehîd û 3 jî birîndar bûne.

Êriş li ser rêya navbera Qamişlo û Hesekê li nêzî gundê Girdîwan pêk hat.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Asayîşê diyarkir ku di encamê de endamekî me şehîd û 3 jî birîndar bûne.

Birîndar niha li nexweşxanê têne dermankirin.

Asayîşê ragihand ku armanckirina ji hêzên wan, derxistina alozî û tevlîheviyan li herêmê ye.

Her wiha diyarkir ku artêşa Tirk bi van êrişan wê nekare rê li pêşiya xebatên wan yên ji bo ewlehiya herêmê dikin, bigre.

Di êrişa artêşa Tirk a li ser Kobanê de welatiyek birîndar bû

Back to top button