PDK’ê mûçeyên karmendan ji bo propogandayên xwe bi kar tîne

PDK ku hikumeta herêma başûrê Kurdistanê xistiye bi kontrola xwe û ev demeke dirêj e mûçeyên xelkê Başûr û mamosteyan nade wan, pereyên karmendan ji bo sermaye û propogandayên xwe xerc kirine.
Hat ragihandin PDK’ê di nava 2 sal û 7 mehan de nêzî 500 hezar dolar ji bo sponsorkirina hesabên xwe yên medya dîjîtal xwe xerc kirine.
Li gorî hin şîrovekaran, gendeliya malbata Barzanî ku îro tevkariyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re dike ji wan belgeyên ku eşkere bûne, zêdetir e.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e mûçeyên gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî yê mamosteyan nade wan û gelek caran piştî her çend mehan carekê mûçeya mehek ji demên borî dide karmendan.

Serokê Hikumeta Başûr û rayedarên din ên PDK’ê ji bo ku berpirsyartiyê li ser xwe bajênin, gelek caran derdikevin û radigihînin ku Hikumeta Navendî ya Iraqê mûçeyên karmendan naşînin.

Lê her roj eşkere dibe ku dahatên Başûrê Kurdistanê û pereyên ku hikumeta navendî ya Iraqê ji bo xizmetguzarî û mûçeyan ji hikumeta Başûr re dişîne, dikevin xizmeta berjewendî û sermayeya hikumeta Başûr.

Doza ku dadgeha federal a Iraqê û doza ku li Amerîkayê di derbarê Barzaniyan de hatine vekirin, nîşan didin ku çima rewşa aborî û xizmetguzariyê ya gelê Başûrê Kurdistanê ewqas xerab e.

Derket holê ku PDK û malbata Barzanî di qadên medyayên dîjîtal de jî ji bo ku şerê taybet bimeşînin û propagandaya xwe bikin, pereyên cidî xerc kirine.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê PDK’ê di nava 2 sal û 7 mehan de 447 hezar û 535 dolar ji bo sponsorkirina hesabên Facbookê yên girêdayî xwe xerc kirine.

Li gorî daneyan, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pereyên ku herî zêde ji bo medyayên dîjîtal hatine xerckirin ên girêdayî medyayên PDK’ê ne.

Di beşeke wê daneyê de ku xerckirina pereyan di asta kesan de jî raxistiye ber çavan diyar dibe ku navê Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêza duyemîn de ye.

Hatiye nivîsandin ku Mesrûr Barzanî 31 hezar û 644 dolar ji bo Facbookê xerc kirine.

Li gorî hin şîrovekaran, gendeliya malbata Barzanî ku îro tevkariyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re dike ji wan belgeyên ku eşkere bûne, zêdetir e.

Back to top button