Tecrubeya rêveberiya xweser li Ewropa jî rastî eleqeyek mezin tê.
Seroka parlamentoya Katalonyayê Solla pesna tecrubeya Rêveberiya Xweser da û got; “Ev tecrube nimûne ye, ji ber ku mafên rewa yên pêkhateyên herêmê tê parastin.”
Di çarçoveya xebatên dîplomasiyê de, şandeyek Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropa ye.
Doh bi vê armancê endamên şandeyê li parlamentoya Katalonyayê hatin pêşwazîkirin.
Şande bi gelek rayedarên parlamentoyê re li navenda parlamentoyê ya li bajarê Barcelona civiya.
Şandeya Rêveberiya Xwesr ji hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerên Rêveberiya Xweser ê Ewropa Ebdulkerîm Omer, hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Sûriyeyê Nezîre Gewriye pêk hat.
Seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla û cîgira wê şande pêşwaz kir.
Di civînê de Bedran Çiya Kurd axivî û behsa xurtbûna têkiliyên hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser û Katalonyayê de kir û wiha got:
“Hebûna me ya îro li parlamentoya Katalonyayê nîşaneya têkiliyên me yên xurt e ku bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser ji aliyê we ve hate naskirin. Em ji we re diyar dikin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekna we li kêleka me silav dike. Em biryara naskirina Rêveberiya Xweser wek biryara piştgiriya siyasî ji mafên gelê me re pênase dikin.”
“Gelê Katalonyayê mîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye”
Der barê gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Çiya Kurd wiha pê de çû:
“Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe ku tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike, komkujiyan li dijî xelkê herêmên me pêk tîne. Ji bilî wê jî sûcên hovane û qirkirinan li herêmên dagirkirî pêk tîne. Ev kiryarên dermirovî gefan li hebûna pêkhateyên herêmê dixwin û di heman demê de têkoşîna me ya hevbeş a li dijî terorê asteng dike.”
Nezîre Gewriye jî bal kişand ser pirrengiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:
“Ev yek ewlehiya civakê û çanda hevbeş a hemû pêkhateyan de geş dike.”
Soolla: Rêveberiya Xweser tecrubeyek nimûne ye
Piştre Seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla jî got:
“Naskirina me ji Rêveberiya Xweser re piştgiriya me ya bêdawî ji tecrubeya we re ye. Li aliyekî din jî nîşaneya têkoşîna me ya hevbeş a ji bo pêkanîna rêgezên azadî, demokrasî û mafên mirovan e. Serkeftina projeya Rêveberiya Xweser ne tenê dikeve xizmetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê dikeve xizmetî tevahî herêmê.”
‘Naskirina wê piştgiriya me ya bêdawî ye’
Solla di dawiyê de, carke din piştevaniya xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kir.
Di dawiyê de Bedran Çiya Kurd mertaleke sembolîk da seroka parlamentoya Katalonyayê Anna Ira Solla.
Ev mertal jî nîşaneya têkiliyên xurt di navbera Katalonya û Rêveberiya Xweser de ye.
https://youtu.be/FFQ4EgNMy7I?si=IRr1YUaDiTWgvEQ4



