Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin

Doh gireva Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çê bû.
Piştî vê yekê fikarên derbarê rewşa Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê de hîn zêdetir bû.
Parêzeranên Buroya Hiqûqê ji bo dîtina Rêberê Apo serlêdana hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgurk Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re bikin serlêdan kirin.

Rêber Apo Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

“Erdheja Gemlîkê fikarên me yên li ser Îmraliyê derxist asta herî jor”

Back to top button