Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkîldarî erdheja li deriya Marmarayê daxuyaniyek da.
KCDK-E’yê ragihand ku piştî erdhejê fikarên li ser rewşa Rêber Apo derketiye asta herî jor.
KCDK-E’yê bi bîr xist ku piştî erdheja Gemlîkê 13 erdhejên herî mezin bi pileya 4,5 pêk hatin û wiha got:
“Tu xeberek ji Rêber Apo ku di bin tecrîda girankirî de ye nîne.
Ji ber vê erdheja ku îro rûda, fikarên me zêdetir bûye.”
KCDK-E’yê bi bîrxist ku dewleta Tirk a faşîst têkildarî rewşa tenduristî û jiyana Rêber Apo tu agahiyê nade û got:
“Em vê pergala tecrîdê ya ku li dijî rêgezên edalet û hiqûqa navneteweyî ye şermezar dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erka xwe pêk bînin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya erdheja îro diyar kir ku divê li ser jiyan û rewşa Rêber Apo agahî were girtin.