Careke din dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên navçeya Ziraganê û Til Temir kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên xwe dûh êvarê gundê Til Werde, Rebîan, Xirb-şeir û Cideyida Mirzo yên navçeya Zirgan topbaran kirin.
Li gorî nûçegihanên me ragihandin ku malên şêniyan hatine wêran kirin û xelkên gund ji malên xwe derketine derve dimînin.
Her wiha artêşa dagirker heman demê gundê Derdara yê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Aram Hena: Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan didin
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Aram Hena di derbarê êrîşan de postek li ser hesabê xwe yê facebookê belav kir û wiha tê de got:
“Hêzên dagirker derdora navçeya Til Temirê, bi taybet eniya bakur ber bi Derdara, Micîbra û Şêx Elî ve dike hedef.
Hêzên dagirker di topbarana li ser cihên navborî de çekên giran bi kar tînin.
Hêzên me çi çarçoveya parastina rewa de bersiva jêdera topbaranê dan û ziyan gihandin çeteyan.”