Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li du ciwanên kobanî dan û wan birîndar kirin.
Ciwanên ku bi giranî hatin êşkence kirin navê wan wiha ye, Mistefa Ehmed Umer ê 26 salî û Şiyar Mihemed Elî yên ji gundê Mînasê yê Kobanê.
Her du ciwan ji bo dermankrinê rakirin nexweşxaneya Emel a Kobanê .
Ciwanan diyar kir ku leşkerên Tirk li ser sînorê nêzî taxa Kanya Kurdan bi kevir û kêran êrişî wan kirin û ew birîndar kirin.
Di kêmî deh rojan de ev cara duyemîn e ku ciwan li ser sînor ji aliyê cendermeyên Tirk ve têne îşkencekirin.