Hêzên hikûmeta Şamê Sehil El-Xab topbaran kir

Li herêma Agirbestê ya Putin-Erdogan a li Idlibê îro bêdengî serwer bû. Lê li aliyê din dewleta Tirk a dagirker, şandina hêzên ber bi Idlibê ve didomîne û îro bi karwanekî din ê leşkerî, ber bi noqteyên xwe yên li Idlibê ve şand.

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê di roja xwe ya 81’emîn de ye.

Hêzên Hikûmeta Şamê îro careke din li herêmên ‘Kêmşer’ êrîş pêk anîn.

Hêzên hikûmetê gundên El-Enkawî û Qilêdîn ên Sehil El-Xab ên li gundewarê rojavayê Hemayê topbaran kir.

Lê derbarê kuştî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin.

Dewlta Tirk bi dehan maşîneyên din derbasî idlibê kirin

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker rojane şandina hêzê ya ber bi Idlibê ve didomîne.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan îro jî karwanekî din ê ku ji dehan maşîneyan pêk dihat, di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bû.

Karwanê ku derbas bû, berê xwe da noqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li herêmê.

Bi vê yekê jî jimara maşîneyên ku dewleta Tirk ji destpêka agirbestê ve derbasî Idlibê kirine gihaşt, 3 hezar û 435 maşîne û her wiha bi hezaran leşker.

Back to top button