Efrîn..Dewleta Trik ji bo dagirkeriya xwe her tiştî dike

Dewleta Trik ji bo dagirkeriya xwe li Efrînê mayende bike, her tiştî dike. Çavdêriya Sûrî diyar kir ku bi şandina çeteyan li Lîbyayê, dewleta Trik ji şêniyên Efrînê re xwe wekî xilaskerekî ji binpêkirinan, nîşan dide.

Her weha weke xakek ji Tirkiyê wezîrê hundirîn ê dewleta dagirkerk serdana herêmên dagirkirî kir.

Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe û dagirkirina xaka Sûriyê, krîza Sûrî weke amûrek bi kar anî.

Dewleta Tirk çeteyên ku li Xûta, Hema û hemû deverên sûrî anî û Efrînê dagir kirin.

Her weha ji bo guhartina demografiya Efrînê jî, bi van çeteyan binpêkirinên dermirovî li dijî sivîlan pêk anîn.

Niha jî ji bo berjewendiya xwe li Lîbyayê heman çeteyan dixe şêrê li wê deverê.

Çavdêriya Sûrî a mafê mirovan ragihand ku artêşa Trik çeteyên xwe yên li Efrînê ber bi Lîbyayê ve dişîne û li şûna wan bi cih dibin.

Li gorî çavdêriyê, yek ji endamê istxbarata artêşa Tirk ê li ser benda Ziyareta Henan a li Efrînê ji şêniyan re gotibû:

“Ji ber binpêkirin û kendeliyên çeteyan li dijî sivîlan, dê ber bi Lîbya ve werin şandin.”

Çavdêriyê dabû zanîn ku dewleta Tirk, di nav de 200 zarok, 10 hezar û 100 çete şanidina Lîbya, û li şûna wan 10 hezar û 400 leşker ên xwe li herêmên daigrkirî bicih kiriye.

Bi van planên qirîj dixwaze xwe ji şêniyên Efrînê re weke xlaskerekî diyar bike û dagirkeriya xwe ji Efrînê re maynde bike.

Wezîrê Hundirîn ya Trikiyê Silêman Suylo serdan herêmên dagirkirî kir

Di vê çarçoveyê de, duh Wezîrê Hundirîn ya dewleta Trik Suleyman Suylo serdan herêmên dagirkirî kir.

Silêman serdan bajaroka El- Raî ya li Bakurê Helebê û hin bargehên artêşa Tirk li herêma Efrînê ya dagirkirî kir.

Li gorî rêxistina mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku ev serdanê di çarçoveya sepandina dagirkiriya Efrînê de pêk hatiye.

Ji ber vê rêxistinê bang li rêxistinên mirovî yên cihanê kir ku ji bo vegera şêniyên Efrînê li ser warê xwe, bi erkên xwe yên exlaqî rabin.

Back to top button