Jimara pêketiyên Coronayê 5 milyon û nîv derbas kir

Brazîlya ku bûye navenda vîrûsê di nava bêçaretiyê de maye. DYA, sînorê xwe yê bi Brazîlya re girt. Lê vê yekê jî têrê nekiriye ku, hikumta Çînê ragihand ku Amarîka wan ber bi “şerekî sar yê nû” ve dibe.

Li seranserê cihanê jimara kesên bi vîrûsê ketîn gihişt, 5 milyon û niv.

Daneya herî zêde ya vîrûsê li DYA hatiye tomarkirin.

Li welêt, heta niha vîrûs li ser milyonek û 686 kesî hatiye tomarkirin.

Piştî Amarîka jî welatê herî zêde Brazîlya ye.

Heta niha zêdeyî 365 hezar kes li Brazîlya bi vîrûsê ketiye.

Heta niha li welêt, 22 hezar û 666 kes bi vîrûsêketine.

Bi van daneyên dawiyê re Berazîlya di tomarkirina vîrûsê de cihê xwe di rêza duyem de girt.

DYA deriyên xwe yên bi Brezîlya re girt

Dewletên Yekbûyî yên Amarîka jî biryar da ku hemû deriyên bi Brezîlya re werin girtin.

Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanê jî Berazîlya weke navneda nû ya vîrûsê destnîşan kiribû.

Çîn: DYA, Çînê ber bi şereke nû yê sar ve dibe

DYA ku xwe polîsê cihanê didît heta niha nekariya çareseriyeke ji vê vîrûsê re bibîne.

Vê yekê jî hiştiye ku Amarîka ji bo tewanbariyê li gunehbarekê bigere.

Her çiqasî vîrûs ji Çînê derket û li cîhanê belav bû jî berdêla herî giran ya vîrûsê jî Amarîka û Ewropa didin.

Ji ber vê yekê Amarîka, Çîn bi çêkirina vîrûsê tewanbar dikin.

Vê yekê ji hiştiye ku her roja derbas bibe, nakokiya di navbera aliyan de zêdetir bibe.

Wezîrê Derve yê Çînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku nakokiyên di navbera Çîn û Amarîkayê de, aliyan ber bi rîska “şerekî sar” ve dibe.

Wezîrê Çînî diyar kir ku Serokê DYA Donald Turmp li dijî Pekînê dest bi kampanyayekê kiriye û ev yek jî têkliyan jihev dixe.

Îsvîçre ji ber pêla duyemîn a vîrûsê hişyarî da

Di nava 2 hêzên cihanê yên mezin de dema ev çêdibin, Îsvîçre xwe ji pêla duyemîn ya vîrûsê re amade dike.

Berdevkê nivîsgeha Federal ya tenduristiya Gel ya Îsvîçre diyar kir ku di zivistana li pêşiya me de, ew ditirsin ku pêla duyemîn a vîrûsê belav bibe.

Back to top button
Close
Close