Hûsiyan: Tevgera keştiyên Îsraîlê li Behra Sor rawestiyan

Li Yemenê û Behra Sor aliyekî çareserî tê gerandin aliyekî jî pevçûn didomin.
Hûsiyên li Yemenê tevî êrîşên koalîsyona navnetewî jî keştiyan derbas dibin dike armanc.
Ji hêla welatên Ewropî jî weke ewlehiya keştiyan mîsyona behrê dixin meriyetê.
Li ser vê yekê keştiya şer a girêdayî artêşa Almanya tevlî 240 leşkeran ber bi Behra Sor bi rê ket.

Lîderê Hûsiyan Abdulmelîk el-Hûsî derbarê armanckirina keştiyên Îsraîlê, êrîşên hewayî ya Amerîka û Îngilîstanê li Yemenê de nirxandin kir.

Hûsî da zanîn ku derbasbûna keştiyên Îsraîlê li Behra Sor û Babil Mendeb bi temamî rawestiyaye.

Abdulmelîk el Hûsî piştrast kir ku li bendera Eîlatê de Îsraîlê kirine armanc û got:

“Îsraîl ji ber van êrîşan di warê aborî de zirarekî mezin dît.”

Derbarê êrîşên Îsraîlê ya li dijî Xezayê de Hûsî ev tişt anî ziman:

“Îsraîl armanca xwe yê tunekirina hêzên berxwedanê û koçberkirina xelkê Xezayê nekarî pêk bîne.”

Li ser êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê ya li Yemenê jî Hûsî ragihand ku di vê hefteyê de li dijî Yemenê 86 êrîş pêk hatine, lê ew yek bandorî hêzên Hûsiyan nekiriye.

Keştiya şer a Almanyayê ber bi Behra Sor ve bi rê ket

Mîsyona behrê ya Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina keştiyên li Behra sor dikeve meriyetê.

Keştiya şer a Hessen a girêdayî artêşa Almanya tevlî 240 leşkeran ber bi Behra Sor ve bi rê ket.

Tê payîn wezaretên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê wê di 19’ê Sibatê de ji bo mîsyona Behra Sor îmze bavêjin.

Hewldanên çareseriya siyasî li Yemenê

Li Yemenê, Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike ji Îlona 2014’an û vir ve paytext Sana û hin herêm di bin kontrola xwe de ne.

Hêzên koalîsyona navneteweyî ji Adara 2015’an vir ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Erebistana Siûdî û Uman bi mehan e di navbera hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de navbeynkariyê dikin.

Da ku peymanek berfireh amade bikin ku dê krîza 9 salî ya Yemenê bidawî bibe.

Hûsiyan 6 mûşekên din avêtin Behra Sor

Back to top button