UNICEF: Bûyera herî mezin a jicîhûwarkirina zarokan li Sûdanê ye

Berdevkê UNICEF James Elder ragihand ku mezintirîn bûyera jicîhûwarkirina zarokan li cîhanê li Sûdanê hatiye dîtin û 4 milyon zarok li welatê ku pevçûn lê rû didin koçber bûne.
Elder destnîşan kir ku li Sûdanê 2 ji 3’yan ji şêniyên Sûdanê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn.
Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku li Sûdanê nêzî 18 mîlyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Berdevkê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de nirxandin kir.

Elder diyar kir ku ji Nîsana 2023’yan û vir ve ku pevçûnên li Sûdanê dest pê kirine rewş xirabtir bûye û wiha got:

“Li cîhanê bûyera herî mezin a jicîhûwarkirina zarokan li Sûdanê hat dîtin.

4 mîlyon zarok koçber bûn. Ev tê wê wateyê ku her roj 13 hezar zarok koçber dibin.”

Elder destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê ewlekarî nemaye û zêdeyî 700 hezar zarok bi rewşa herî xeternak a kêm-xwarinê re rû bi rû ne.

Elder destnîşan kir ku li Sûdanê 2 ji 3’yan ji şêniyên Sûdanê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn.

NY: Li Sûdanê 18 mîlyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye

Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku li Sûdanê 1,5 mîlyon kes ber bi Komara Afrîqaya Navîn, Çad, Misrê, Etiyopya û başûrê Sûdanê ve reviyan.

Di daxuyaniyê hevpar de balkişandin krîza mirovî û wiha hate gotin:

“Belavbûna şer li Sûdanê krîzên cihê xwe bûn û parastinê ava kir.

Li welêt birçîbûn di asta jor de ye û nêzî 18 mîlyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ye.”

Şerê navxweyî li Sûdanê

Sûdan ji nîvê Nîsana 2023’yan vir ve di navbera artêşa di bin fermandariya Serokê Meclîsa Serweriyê Abdulfettah el-Burhan û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de pevçûnên dijwar rû didin.

Piştî ku artêş û HDK’ê di çarçoveya reforma leşkerî û ewlehiyê de li ser enteg-rasyona HDK’ê di nava artêşê de li hev nekirin, di nîvê meha Nîsanê de şerê navxweyî dest pê kir.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di encama şer û pevçûnên li Sûdanê de, ku mezintirîn kirîza koçberiyê li cîhanê rû da.

Li Sûdanê zêdetirî 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, 6 milyon kes reviyane bajarên din û 1.7 milyon kes jî reviyane welatên derdorê.

Ji Neteweyên Yekbûyî banga alîkariyê bo Sûdanê

Back to top button