
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Erebo diyar kir ku têkoşîn û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina gel ya li fikir û projeyên wî, komploya navneteweyî têk bir.
Di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi komployeke navneteweyî rêber Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyê derkeve.
Hêzên navneteweyî û herêmî tev di nava komployê de bûn û hewl dan hebûna Kurdan tune bikin.
Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Erebo axivî û got:
“Dewletên hegemonîk ji bo tunekirina gelê kurd tevahiya cureyên şeran bi kar anîn.
Bi derketina Rêber Ocalan re maskeyê li ser rûyê hinek dewletan û aliyên ku tev li komployê bûne, ket.
Îro û piştî derbasbûna gelek salan li ser komployê, hê jî tekoşîna azadiyê ya Kurd kevirê bingehîn ê pêkanîna guhertinê li Rojhilata Navîn e.”
Hêva Erebo: Êrîşên li ser Serê Kaniyê û Girê Spî dewama komploya navnetewî ye
Hêva destnîşan kir êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya li dijî gelê me ye û wiha domand:
“Pêkanîna êrişan li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di heman dîroka komploya 9’ê Cotmehê de, ne tesadufe.
Dîrok bi awayekî zanabûn hatiye diyarkirin, ev êrîş jî berdewama komploya navneteweyî ye.”
Hêva Erebo: Ji bo azadiya Rêber Ocalan gel di nava têkoşînê de ye
Hêva Erebo anî ziman ku CPT bûye alavek di destê dewletên hegemonîk û wiha bi dawî kir:
“Rêber Ocalan di girtîgehê de gelek caran rastî hewldanên jeherkirinê û kuştinê hat.
Lê tenê daxuyaniyeke şermok da û tê de piştrast kir ku desthilata Tirk mafên girtiyan bi cih nîn e.
Serhildana gelê Kurd, zemîneke xurt ji bo berxwedana li hemberî komploya navneteweyî ava kir û heya niha jî gel di nava têkoşîna rizgarkirian Rêber Abdullah Ocalan de ye.”