Li Efrîna dagirkirî bombeyek bi erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk de teqiya û di encamê de 3 çete birîndar bûn.
Çavkaniyekî ji navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ragihand ku mayînek bi erebeyeke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê de teqiya û di encamê de, 3 çete birîndar bûn.
Her wiha heman çavkanî destnîşan kir ku kesên nenas baseke çeteyên bi navê “ewlehiya giştî”, bi temamî şewitand.