Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundê Dendeniye yê Minbicê kirin lê rastî bersiva tund a şervanên heremê hat û paşpaşkî reviyan.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh şev carekedin êrişê gundê Dendeniye yê Minbicê kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişê daxuyanî da û got:
Çeteyan xwesti bi şêwazê sizma êrişê gundê Dendeniyê bikin, lê rastî bersiva tunda a hêzê me hatin û di encam de şer rû da.
Ji ber bersiva xurt a hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çete neçar mane birevin, li dû xwe kuştî û birîndarên xwe hiştin.”
Dagirkeriya Tirkiyê gundê Şewarxa yê Şera topbaran kir
Hemwextê vê êrişê dagirkeriya dewleta Tirk gundê Şewarxa ya navçeya Şera a herêma Efrînê, bi dijwarî, bi Tang, Hawan û obîsan topbaran kir.
Hate ragihandin dagirkeriya tirk zêdetirî 80 guleyi li gundê navborî barandiye û topbaran heta destê sibê berdewam kiriye.