Êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêmê

Herêm bê topbarana dewleta tirk û êrişên wê derbas nabe.
Dagirkeriya tirk ji her alî ve hovîtiya xwe didomîne.
Îro dîse gundên Şehba, Kobanê û hin nûqteyên hêzên hikumeta şampê bombebaran kirin.

Ji şevê din ve ji Dêrikê û Tirbespiyê bigre, heta bi gundên Şehba êriş, bombebaran û topbaran ranewestiya ye.

Dewleta hov û barbar vê zivistanê, berê balafir û topên xwe daya binesazî, çavkanî, mal û milkên xelkên herêmê.

Dewleta Tirk gundê Hirbilê yê Şehba topbaran kir

Piştî êrişa dijî Tirbespiyê û Dêrikê vê carê berê topên xwe da Şehba.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Hirbilê û Xirbet Şeala yên Şehbayê topbaran kirin.

Topbaranê ziyanên madî bi xwe re anî.

Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehba hat bombebaran kirin

Piştî wê dagirkeran nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehbayê bombebarankir.

Li vir jî di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.

Dewleta Tirk nuqteya hikumeta Şamê ya li Xerbîsan topbaran kir

Hemwextî wê êrişê, vê carê nuqteya hêzên hukumeta şama ya li xerbîsan yê Rojhilatê Kobanê bi balefirên bê mirov topbaran kir.

Doh derengiya şev jî binesaziya Dêrik û Tirbespiyê kir armanc.

Ji ber topbaranê kehrebe li ser Eyn Îsayê qut bû

Her weha artêşa dagirker navenda bajêrê Eyn îsa û gundewarê wê topbaran kir.

Taybet jî xeta kehrebê ya li nêzî gundê Cidêde yê li rojavayî navçeyê ku kehrebe dide kargeha Lafarge kir armanc.

Di encamê de kehrebe li ser dehan gundên Eyn Îsayê qut bû.

Li gorî komîteyên pispor, kehrebe ji gundê Cidêdê heta bi navçeya Curn û heta bi sînorê Sûriye -Tirkiyê qut bûye.

Artêşa Tirk gundê Şewarxa û Şera topbaran kir

Beriya wê jî gundê Şewarxa û Malkiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Di encama topbaranê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Dewleta Tirk stasyona Petrolê ya Tirbespiyê bombebaran kir

Back to top button