Berxwedana li zindanan 143 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt li girtîgehên Tirkiyê di roja 143 de didome. Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Amedê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê ya Erziromê raporek amade kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya grevê bi koma 29’emîn di roja 143’an de dewam dike.

Her wiha Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê di roja 122’an de ye.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 105’an roj in didome.

Li girtîgeha Oltûya Erziromê binpêkirinên mafên mirovan

Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û (TÛAY-DER) derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê ya Erziromê raporek amade kir.

Di raporê de hate gotin ku li cihên girtiyan nayên dermankirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin.

Girtiyên ketine greva birçîbûn jî ceza li wan hatiye birîn.

Jinên Şengalê: Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, jin li her derê di nava têkoşînê de ne.

Jinên Şengalê jî diyar kirin ku ew ê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û her li ser lingan bin.

Li Berlînê meşeke hat lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi meşekê tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.

Back to top button