Rêya M4 û gundê Seyda yê Eyn Îsayê hatin topbarankirin

Dîsa rêya M4 û gundê Seyda yê Eyn Îsayê bûn armanca topên artêşa dewleta Tirk a dagirker. Li hember van êrîşan jî xelkê herêmê hêrsa xwe tînin ziman. Şêniyên gundê Borazê yê rojavayê Kobanê bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrîşan şermezar kir.

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike..

Îro careke din artêşa Tirk rêya M4 û gundê Seyda yê Eyn Îsayê da ber topban.

Gelek mal di encama êrîşan de hatin wêrankirin

Doh êvarî jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, bi tankan gundên Dibis û Hoşan ên 12 km li rojavayê Eyn Îsayê ne, topbaran kirin.

Di wêneyên ku li gundê Dibis hatine kişandin de, topên tankan ên 120, li derdora rêya M4 tên dîtin.

Li gel wê jî, 2 mal hatin wêrankirin û gelek top li nava malên sivîlên li gundên Dibis û Hoşan ketin.

Şêniyên gundê Boraz: Kanî rola garantoran ji van êrîşên hovane?

Şêniyên gundê Borazê yê rojavayê Kobanê li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hêrsa xwe anî ziman û bêdengiya civaka navdewletî şermezar kir.

Şêniyan da xuyakirin ku dagirkerî di nava xeyalan de ye ku her derê bixe jêr serweriya xwe û bi top û hawnan hewl dide wan bide koçberkirin

Şêniyan anî ziman ku ji her hêlê ve top bi ser wan de dibarin û got:

“Gelo ji bo van êrîşên hovane, ka rola garantoran bi taybet Rûsya?

Tevî hemû gef û bombebaranên Tirkiyê, em ê ji xaka xwe dernekevin û li ber xwe bidin.”

Back to top button