Iraq..6 mûşek li balafirgeha Beled a Selahidîn ket, 2 kes birîndar bûn

Li Îraqê baregeha Beled a asîmanî ya li parêzgeha Selahedîn ku Hêzên Amerîkayê jî lê hene, bi 6 mûşekan bû armac.

Li gorî nûçêya SKY-news mûşek li aliyê leşkerî yê Amarîkayê ket û di encama de 2 kes birîndar bûn.

Heta niha tu aliyan ev êrîş negirtiye ser xwe.

Ev êrîş piştî êrîşa li ser balafirgeha Hewlêrê pêk tê.

Her wiha 15 mehê jî li paytexta Iraq Bexdayê teqînek pêkhat, kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Piştî wê bi rojekê çeteyên DAIŞ’ê ev teqîn girtin ser xwe.

Back to top button