7 kesan li Misirê ji ber Bahoza “Tinîn” jiyana xwe ji dest da

Ji ber Bahoza bi navê “Tinîn” a li Misirê rû daye, ji duh heya niha 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û tadarî gihaye gelek parêzgehên welêt.

Li Cîzayê, 2 ciwan gava erebeyeke xerbabûyî dehf didin, bi kehrebê mirin.

Her wekî ji ber destpelîna li amûdên kehrebê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li parêzgeha Eswanê jî, ji ber ketina banê saloneke ku amadekariya şahiya derçûnê lê dihate kirin, xwendekareke hemşîreyê mir û 3 jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Qena jî malek hat xwarê, zarokeke 5 salî jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn.

Li devera Îmbaba ya li Cîzayê jî, 2 trên ji rê derketin û li hev qelibîn, di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Desteya Avhewaya Misirê hişyarî kir, wê îro bahoza Tinîn bigihêje lûtkeyê, ji ber lezbûna bayê dê 90 km di saetê de derbas bike.

Ji ber hatina bayekî germ ji Lîbya û bayekî cemidî ji Ewropayê, navê “Tinîn” lê hate kirin, li gel vê, baraneke xurt jî dibare.

Tê gotin, ev bahoz belkî li hinek welatên derdorê jî belav bibe.M

Back to top button