Li Tirkiye ji ber vîrûsa Corona dibistan, zanîngeh ketin betlanê, hemû destûr hatin rawestandin

Li Tirkiyê ji ber vîrûsa Corona yê dibistan, zanîngeh ketin betlanê, destûra hêzên leşkerî û xebatkarên dewletê hate betalkirin û serdanên Erdogan yê derve hate rawestandin.

Dewleta tirk her roj qurbaniyên vîrûsa Corona vedişêre, lê dema mirov piratîka hikumeta AKP’ê şîrove bike dibîne ku Hikumetê gelek biryarên hişk standine.

Duh bi serokatiya Erdogan civînek 5 saetan ji bo Vîrûsa Corona hat lidarxistin.

Piştê civînê Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin daxuyaniyek çampmeniyê da û diyar kir ku ji ber belavbûna Vîrûsa Coronayê ,wan di milê leşkerî, perwerde, civakî, tendûristî û aborî de, gelek biryar girtine.

Kalin biryar wiha rêz kirin:

Dibistanên seratayî, navendî, amadeyî û zanîngeh heta 3 hefteyan were betalkirin.

Piştî qedandina 3’ê hefteyan wê perweredeya dibistanan li malê bi rêka televîzyon û internetê bidome.

Tevahî pêşbirkên werzîşî wê heta dawiya Nîsanê bê temaşevan werin lîstin.

Destûra xebatkarên dewletê û leşkeran hatiye betalkirin.

Wê bikaranîna basên gel were kêmkirin û çalakiyên mîna sînema, şano û civîn dê werin rawestandin.

Her wiha wê hemû çûna derveyî Tirkiyê werin betalkirin.

Her çendî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihîne ku tenê 2 kes bi Vîrûsa Corona ketine, lê tedbîrên li ser erdê didin xuyakirin ku kesên bi vîrûsê ketine gelek in, lê hikumeta AKP’ê vê yekê vedişêr e.

Back to top button