Aloziya li Kendavê hîn dewam dike.
Amerîka êrişî Îran kir gelek mûşek û dronên Îranê xistine.
Îran jî bersiva êrişan dide û li baregehên leşkerî yên Amerîkayê xist.
Donald Trump anî ziman ku serkirdeyên Îranê heta niha ji bo rawestandina şer peymana dawî îmze nekiriye.
Lê di dawiyê de ji bo ku li gel Washingtonê li hev bikin “ti vebijêrkên wan ên din nînin.”
Artêşên Îran û Amerîkayê li herêma Kendavê êrişî baregehên hev kir.
CENTCOMê ragihand ku wan gelek mûşek û dronên Îranê xistine.
Supaya Pasdaran a Îranê baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kirine armanc.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê got:
Îro hêzên wan li herêmê rastî êrişeke dijwar a Îranê hatine.
Li gorî daxuyaniyê, Îranê 7 mûşekên balîstîk avêtine Kuweyt û Behreynê.
Pergalên parastinê 6 mûşek xistine û mûşeka 7an jî negihîştiye armanca xwe.
Tenê çend demjimêran berî êrişa mûşekî, wan li asmanê Tengava Hurmizê 4 dronên Îranê xistine.
Supaya Pasdaran: Me bersiv da
Supaya Pasdaran a Îranê li ser bûyerê daxuyaniyeke cuda da û got:
Êrişên me wekî bersiva “destdirêjiyên Amerîkayê” bûne.
Gefên Îranê û rewşa agirbestê
Supaya Pasdaran hişyarî da Washingtonê ku eger êriş dubare bibin, bersiva Îranê dê ne sînordar be.
Îranê gef xwar ku ew dê Tengava Hurmizê bi temamî li ber hinardeya petrol û gazê bigirin.
Donald Trump: Ti vebijêrkên din ên Îranê nînin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala NBC Newsê re ragihand:
“Îranî bi hêz in û bi xwe serbilind in.
Komek tişt hene ku wan ti carî nefikirîbû ku bikin lê niha neçar in bikin.
Ti vebijêrkên wan nînin, tenê hinek dem pêwîst e.”
Ev gotinên Trump di demekê de ne ku şerê Amerîka û Îranê pêncşema borî ketiye meha xwe ya çaremîn.
Ji 8’ê Nîsanê ve di navbera Tehran û Washingtonê de agirbesteke lawaz heye.
Tevî ku peyamên di navbera her du aliyan de didomin jî hîn li ser peymaneke dawî li hev nekirine.



