Corona êdî berê xwe dide rayedar û siyasetmedarê payebilind.
Her dawî, wezîrê hindir ê Awistralya, hevjîna serokwezîrê Kanada, diplomatek NY
Li navenda sereke ya vîrûsê, îro tenê 8 kes pê ketine û duh desthilatên Çînî girtina hemû nexweşxaneyan weke “gaveke serkeftî li dijî corona” ragihand.
Koreya Başûr jî di nava 3 hefteyên dawî de, jimrên herî kêm ên nexweşan tomar kir.
Li beramberî kemêbûna nexweşiyê li van herdu welatan, Gana û Gabûn jî tevlî welatên Afrîkayê bûn û her dawî corona derbasî Kenya jî bû.
Ev serê 4 mehan e, corona tevgera jiyanî pûç kiriye û tadariyek mezin gihandiye hemû sektorên kar, li nava vê metirsiyê jî heya niha ti derman jê re nehatiye dîtin.