Şehîd Şukrî Serhed di çilrojiya şahadeta xwe de li Silêmaniyê hat bibîranîn

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut di çilrojiya şahadeta xwe de li Silêmaniyê hate bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li taxa Çarçira ya Silêmaniyê bi amadebûna gelek kesî ve pêk hat.

Piştî rêzgirtinê peyama Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê û ya KCK’ê hate xwendin.

KCK’ê di peyama xwe de Ş. Şukrî Serhed bibîranî û got:

“Em soz didin ku emê tola heval Şerhed şehîd bigrin û ew kesên ku vê sûcê kirine bi awayekî tund cezabikin.”

Di dawiya merasîmê de pirtûka ‘Şukrî Serhed, Şoreşgerê Apoyî li lûkteyê jiya û têkoşiya’ ku ji aliyê Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî ve li ser jiyan û têkoşîna Şukrî Serhed hatibû amadekirin hate belavkirin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 08.30’an li taxa Çarçira dema ku diçû nexweşxaneyê ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîd bû. Heta niha sûcdar nehatine girtin.

Back to top button