DAIŞ’ê li Hemayê êriş kir

Çeteyên DAIŞ’ê li Hemayê êrişek pêk anîn.
Di encama êrişê de 5 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR): Dema welatiyan li derdora herêma Til Selme yê li bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê kuvarkên Kima kom dikirin, çeteyên DAIŞ’ê êriş kir.

5 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin

Di encamê de 5 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin û êrişkar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Pêr jî Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Himsê êriş pêk anî. Di encamê de leşkerekî Şamê jî di nav de 6 kes hatin kuştin.

Her wekî li gundewarê bakurê Derayê ya başûrê Sûriyeyê di encama êrişeke sekvaniyê de efserekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku ji destpêka îsal ve di êrişên leşkerî yên li beyarê Sûriyeyê de 143 kes hatine kuştin.

Li Humsê çeteyên DAIŞ’ê 4 leşkerên hikumeta Şamê kuştin

Back to top button