Heleb-Şehîd Hemze Kobanê di salvgera şehadeta xwe de hate bibîranîn

Duh yekemîn salvegera şehadeta endamê Komîteya Aborî ya Taxa Şêxmeqsûdê Hemze Kobanê
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê di salvegera yekemîn a şehadeta wî de şehîd hemze bibîranîn û mûm li ser gora şehîdan pêxistin.

Di merasîma biranînê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih diyar kir ku Şehîd Hemze di dilên tevahî xelkê Şêxmeqsdû û Eşrefiyê de ye.

Her wiha endama Komîteya Aboriya ya Helebê Fatima Îbrahîm jî ev nirxandin kir:

“Şehîd Hemze bi rêya têkoşîna xwe rûyê fedakariya rast nexşe kir, bi taybet di rojên erdhejê de ruxmî derfetên kêm hewilda ji pirsgirêkên gel re bibe bersiv.”

Wekî tê zanîn Şehîd Hemze Kobanê di 24’ê Sibata 2023’yan de di encama teqîna erebeya ew lê siwar bûbû de ji hêla saziyên îstîxbarata dewleta Tirk ve li herêma Şiqeyfê li bakurê taxa Şêxmeqsûdê şehîd bû.

Back to top button