Li El Şefayê yê Dêra Zorê torên avê yên kevin tên guhertin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêra Zorê hewl dide torên avê li bajarokê El Şefa biguhere û avê ji şêniyan re peyda bike.

Torên avê yên vî bajarokî kevin in, ji bo wê Komîteya Xebatan xeta sereke ya avê bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metre guhertin.

Her wiha komîte dê tora avê li taxa El Sewr bi dirêjahiya 2 hezar metreyan biguhere.

Eşkêla torên berê 2.5 bû.

Ji ber wê Komîteyê torên kevin bi yên nû guhertin ku eşkêla wan di navbera 6 heta 8 inçan de ye guhertin.

Çaverê ye ku Komîteya Xebatan, guhertina torên avê li gund û bajarokên ava vexwarinê lê kêm e, bidomîne.

Back to top button