Cenazeyê Hemze Kobanê ber bi bajarê Kobanê ve hat oxirkirin

Endamê Komîteya Aborî Hemze Kobanê di 24 Sibatê li Şiqeyifa li bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê di encama teqînekê de şehîd bûbû. Cenazeyê Hemze Kobanê ji aliyê bi hezaran ve ji Heleb ber bi Kobanê ve hat oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo wergirtina Cenazeyê Hemze Kobanê li ber Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn.

Piştre girseyê berê xwe da qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û li wir merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de Endama Komîteya Aborî Berjîn Mihemed, fermandarê YPG`ê li Helebê Şervan Efrîn û Hevserokê Meclisa Aborî ya Helebê Selah Ehmed axivîn.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku şehîd Hemze temenê xwe di xizmeta Şoreşê de derbas kir û şehîdxistina wî, parçeyek ji komploya navneteweyî ya bi armanca qirkirina gelê Kurd e.

Paşê, cenazeyê şehîd Hemze Kobanê ber bi Kobanê ve hat şandin.

Şehîd Hemze Kobanê sibê li bajarê Kobanê tê oxirkirin

Li Minbicê jî bi hezaran cenazeyê şehîd Hemze pêşwazî kirin û ber bi bajarê Kobanê ve birin.

Wê cenazeyê şehîd Hemze Kobanê, sibe li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê were oxirkirin.

Back to top button