Îro dîsa artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir..
Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne…
Di seatên piştî nîvro de, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsa topbaran kirin.
Her wiha beriya wê jî, li asîmanê herêma Efrîn û Şehbayê balafireke dewleta Tirk a dagirker digeriye.