Li Parîsê ji bo azadiya Rêber Apo meşek hat lidarxistin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku li dijî tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin, li bajarê Parîs û Marsîlyayê yên Fransayê çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
Beşdarên çalakiyan diyar kirin ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de Rêber Apo aktorekî girîng e û gotin:
“Bi bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo pirsgirêk û nakokiyên hemû şerên li Rojhilata Navîn dikarin bên çareserkirin.
Heya rakirina tecrîdê emê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku li dijî tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin, didome.

Di çarçoveya pêngavê de kurdistanî û dostên wan li ber Şaredariya Corbeîl a li herêma Île-de-France ya paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û heta stasyona trenê ya Corbeîlê meşiyan.

Çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate rêvebirin, li ber îstasyona trenê veguherî mîtîngê.

Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku Rêber Apo di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de aktorekî girîng e û gotin:

“Bi bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo pirsgirêk û nakokiyên hemû şerên li Rojhilata Navîn dikarin bên çareserkirin.”

Li Marsîlyayê ji bo Rêber Apo stand hat vekirin

Di heman çarçoveyê de li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan çalakiyek standê pêk anî.

Hejmareke mezin ji welatiyên derdorê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de belavokên ku balê dikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, hatin belavkirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Aysel Bîngol anî ziman ku armanca wan şandina 2 hezar 500 kart in û heta niha wan hezar kart şandine.

Endama Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Mukaddes Polat jî diyar kir ku ew bi van çalakiyan rewşa Rêber Apo ji xelkên Fransayê re radighînin û got:

“Heya rakirina tecrîdê emê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”

Kurdistaniyên li Marsîlya û Berlînê tevlî pêngava ‘100 hezar kart’ bûn

Back to top button