”Armanca Bafil Talabanî ji serdanê destpêkirina projeyekî neteweyî ye”

Endamê Mekteba Peywendiyên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rewend Xerîb Heledinî serdana Bafil Talabanî weke serdanek giring û dîrokî pênase kir û got:
”Yekîtî dê mafên demokratîk ên gelê Kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê misoger bike.”

Di 20’ê Kanûn de Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Talabanî bi Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Salih Muslim û Asya Ebdula re civiya.

Têkildarî mijarê Endamê Mekteba Peywendiyên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rewend Xerîb Heledinî axivî.

Rewend Xerîb di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku armanca Bafil Talabanî ji vê serdanê, destpêkirina projeyekî netewey e.

Xerîb diyar kir ku ev yekîtî dê mafên demokratîk ên gelê Kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê misoger bike û got:

”Yekîtî dê hebûna Başûrê Kurdistanê ji gefên dagirkeriyê biparêz e”

Yekitiya gelê Kurd û peywendiyên dostane yên di navbera hêz û aliyên siyasî de, wê hebûna Başûrê Kurdistanê ji metirsî û gefên dgirkeriyê, biparêze.

Ezmûna li Rojavayê Kurdistanê pêkhatî, di encama rijandina gelek xwîn û hêstiran de hatiye bidest xistin.

Lewma erkê her kesî ye ku yekgirtî, yek deng û yek helwest bin.

”Serdana Bafil Talabanî serdanek girîng û dîrokî ye”

Rewend Xerîb serdana Bafil Talabanî weke serdanek giring û dîrokî pênase kir û wiha pê de çû:

“Bafil Talabanî dixwaze bi rêya siyasetê projeyek neteweyî destpê bike ku hemû hêz û aliyên Kurdî li ser maseya guftugo bikin û yekitiya Kurdan çêbikin.

Her dema ku me nekarî yekitiya xwe avabikin, dijminên me karîne xwe bigihijin armancên xwe yên qirêj.”

Rewend Xerîb dawiyê tekez kir ku Eger yekîtî çê bibe, bê guman gelê kurd wê pir bi hêz be.

Back to top button