Li Tûnisê şaneyeke terorîst hat girtin

Li Tûnisê, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, şaneyeke terorîst ket destê hêzên artêşa welêt.

Çavkaniyeke hêzên ewlehiyê ragihand ku Pêncşemê hêzên artêşê li dijî şaneyeke terorîst operasyoneke istixbaratî li parêzgeha Sûse pêk anî.

Li gorî çavkaniyê, di encama operasyonê de, şane hat jihevxistin û 3 çete hatin girtin.

Hin çavkaniyên din ragihand ku vê şaneyê amedekariya hin êrîşên terorîst dikir.

Beriya demekê jî, serçeteyek di nav de, 5 çeteyên DAIŞ’ê li Tûnisê hatibûn girtin.

Back to top button