Foza Yusif: Şerê Îran û Emerîka, li ser hemû netewan xeter e

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv hişyarî da ku, dewamkirina şerê navbera Îran û Emerîkayê wê encamên xeter bi xwe re bîne.

Di hevpeyvînekê li gel ANHA’yê Foza Yûsiv diyar kir ku “ev şer ji bo bidesxistina desthildariya Rojhilata Navîn e”.

Foza Yûsiv hişyarî da ku “eger berê vê aloziyê ne diyar be, wê berê herêmê li malkampaxiyekê be û encamên wê jî metirsîdar bin”.

Rêvebera TEV-DEM’ê destnîşan kir ku “li herêmê alîgirên herdû welatan hene û eger operasoyonên tolhlidanê bidomin, wê li ser tevahiya netew û welatan xeter be”.

Foza Yusif ji bo rawestandina şereke mezin li heremê banga diyalogê kir.

Leave a Reply

Back to top button