Piştî peyama vekişînê ji Îraqê ..Pentagon red dike

Emerîka niyeta xwe a mabûna li Iraqê eşkere kir.
Piştî peyamek şaş, Pentagona Emerîkî ragihand ku “ti biryareke vekişînê ji Îraqê tune ye”.
Lê belê wezîrê derve yê Îranê hişyarî da Emerîka ku “dem hatiye êdî ji herêmê derkeve.

Nakokiyên di daxuyaniyên Emerîkayê de, nerihetiyê di nava Rêveberiya Trump de çêdike.

Artêşa Emerîkî herî dawî nameyeke “bi guman” ji fermandariya hevbeş re şand û tê de daxwaza jinûve belavkirina hêzên xwe kir.

Lê belê Pentagona Emerîkî yekser ragihand ku “ew peyam ne rast e û ti briyarek vekişînê tune ye”.

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê teqez kir ku “Ew plana vekişîna leşkerên xwe ji Iraqê nakin”.

Mark Esper diyar kir ku ” Iraqî naxwazin ew herin, lê belê ev plan a Îranê ye”.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokerkanê Emerîka General Mark Melly da zanîn ku ” ew peyama navborî ne îmze kiribû û bi rengekî şaş hatiye şandin”.

Seroerkanê Emerîka: Ew peyam ne muhir kirîbû

Di heman çarçoveyê de, berdeveka Pentagonê Elissa Fereh jî li ser Twitterê destnîşan kir ku ” ti guhertin di siyastea Emeîrka di warê hebûna wan li Iraqê çênebûye û danûstandin ji bo tinekirina DAIŞ’ê bi Iraqê re didomin”.

Li gorî toreya CNN a Emerîkî, “Donald Trump ji ber vê şaştiyê nîgeran e û daxwaza zelalkirinê kiriye”.

Ev nakokî piştî daxwaza Permalana Iraqê ya derketina hêzên biyanî ji welatê wan derdikevin holê.

Lê belê çavdêr dibînin ku, ev daxwazên navborî bi fişareke Îranê tên kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê: Dema derketina Emerîka ji herêmê hatiye

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî gef li Emerîka xwar û destnîşan kir ku, “siyaseta şaş a Emerîkayê hişt ku ziyanê bibîne û dema hatiye ku Emerîka ji herêmê derkeve”.

Leave a Reply

Back to top button